Fransa: Hollande pêşewazî li Barzanî kir

Barzanî daxwaza piştgiriyê li Fransa bo serxwebûna Kurdistanê kiriye û ev mijar yek ji mijarên herî giring û sereke yên civînê bûye.

Di 8ê Îlonê de Serokkomarê Fransayê François Hollande li Koşka Êlîzeyê ya Parîsê pêşewazî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.

Hat ragihandin ku di civînê de Barzanî daxwaza piştgiriyê li Fransa bo serxwebûna Kurdistanê kiriye û ev mijar yek ji mijarên herî giring û sereke yên civînê bûye.

Herweha di hevdîtinê de behsa şerê li dijî terorê û bi taybet şerê li dijî rêxistina DAIŞê û hevkarî û hevrêziya Kurdistan û Fransayê hatîye gotûbêj kirin; Barzanî behsa rola Fransa bo hevkariya hêza pêşmerge û berdewamiya wan alîkariyan kiriye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin