Fransa: Em li hember bêîstîqrarkirin û gef û guran serî natewînin

.

Piştî bertekên li hember karîkatura li ser Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a di kovara Fransî ya tinaziyan Charlie Hebdo de, Berdevkê Hikûmeta Fransayê daxuyaniyek da û got: ‘‘Fransa li hember bêîstîqrarî û gef û guran serî natewîne, qet dest ji sekin û nirxên xwe bernade.’’

Berdevkê Hikûmetê Gabriel Attal piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyaniyek da û got: ‘‘Fransa li hember bêîstîqrarkirin û gef û guran serî natewîne, qet dest ji sekin û nirxên xwe bernade.’’

Attal da zanîn, ew ê Fransa li hember Îslama radîkal berxwedana xwe berdewam bike û herwiha Fransa di parastina nirx û sekna xwe de xwedî helwest e û piştgiriya sedî sed ji dewletên din ên Ewropî jî distîne.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye