Fransa: “Em bi Hukumeta Kurdistanê û xelkê Hewlêrê re ne”  

.

Wezareta karên derve ya Fransayê li ser mijara êrîşên ser Hewlêrê peyamekî da û di peyama xwe de got ku ew bi hukumeta Herêma Kurdistanê û bi xelkê Hewlêrê re ne. Wezaret got ku ew êrîşa ser Hewlêrê bi tundî şermezar dikin û ragihand ku di êrîşê de kesekî hatiye kuştin û birîndar hene.

Fransa sersaxiyê bo kesê miriye xwest û bo birîndaran şîfayê xwest. Wezaret her weha ragihand ku temamê endamên di bin sîwana koalîsyonê de ne, di heman fikrê de ne û bang li hukumeta Herêma Kurdistanê kir ku bi Bexdayê re bixebitin da êrîşkeran tesbît bikin û ewlehiya Iraqê temîn bikin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye