Fransa: Em bi hemû aliyan re di danûstandinê de ne

Berdevka Wezareta Derve ya Fransayê Agnes von der Muhll, li ser avakirina herêma ewle li Sûriyê da xuyakirin, “Ji bo em bi ser rêyên herî baş ên gihîştina armance ve bibin, em bi hemû hevpeymanên xwe yên navdewletî û herêmî re di nav danûstdandinê de ne.”

Berdevka Wezaretê Agnes von der Muhll got, “Ji bo me armanca sereke li dijî DAIŞê serkeftina teqezî û nihayî ye. Ji bo îstiqrara Sûriyê û Rojava, em di parastina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û mafên gelên herêmê de rijd in.”

Berdevka Wezareta Derve ya Fransayê dubare got ku ew ji bo gihîştina wan armancan danûstandina xwe ligel hevpeymanên navdewletî û herêmî berdewam dikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin