Fransa – Di êrişeka terorîstî de 3 kes bi kêran hatin kuştin!

.

Li bajarê Nice (Nîs) yê Fransa kesekî bi kêran 3 kes kuşt û çend kes jî birîndar kir!

Îro danê sibê li bajarê Nice yê Fransa û li kêleka dêra Notre Dame, zilamekî bi kêran êrişî komek welatî kir.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de ku tê gotin terorîstî ye, herî kêm 3 kes hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

Polîs ragihandiye, wan kesek li ser wê êrişê girtine.

Çend roj berê jî li Fransa mamostayek ji aliyê terorîstekî îslamî ve bi kêran hat kuştin.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye