Fraksiyonên PDK û YNKê ji bo hilbijartina parêzgerê Hewlêrê civiyan  

.

Fraksiyonên PDKê û YNKê yên li encûmena parêzgeha Hewlêrê, bi armanca guftûgo kirina li ser hilbijartinên parêzgerê Hewlêrê civiyan.

Hat ragihandin ku civîna fraksiyonên PDK û YNKê yên encûmena parêzgeha Hewlêrê îro 4ê Sibatê li demjimêr 11:30an dest bi civînê kirine ku wê hilbijartina parêzgerê Hewlêrê gotûbêj bikin.

Hat zanîn ku civîn li ser daxwaza fraksiyona YNKê ji bo hemahengiya fraksiyonan di civînên dema pêş ên encûmenê de pêk hatiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, biryare 6ê vê mehê serokatiya encûmena parêzgeha Hewlêrê bicive û bernameya kar a rûniştinê diyar bike, ji bo ku roja duşemê parêzgerê nû yê Hewlêrê bê hilbijartin.

Beriya niha hatibû ragihandin ku ji bo parêzgerê Hewlêrê Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Umêd Xoşnaw hatiye namzedkirin.

Parêzgerê Hewlêrê Firset Sofî, di meha Kanûna 2020an de, ji nexweşiya koronayê di 42 saliya xwe de koça dawî kiribû û şûna wî vala mabû.

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin