Flynn li xwe mikûr hat: Hevkarî digel Tirkiyê kiriye

Şêwirmendê Trumpî yê Ewlehiya Neteweyî yê Berê Michael Flynn ku di lêpirsîna Rûsyayê de hevkarî bi Dozgeriyê re kiribû li xwe mikûr hat ku di derbarê Fetullah Gulenî de danezanên derew dane.

Şêwirmendê Berê yê Donald Trumpî Flynn ku di çerçoveya lêpirsîna Rûsyayê de hevkarî digel dozgeriyê kir, li xwe mikûr hat ku, di derbarê Fetullah Gulenî û hevkariyeke nepen bi Tirkiyê re denezanên derew dane.

Dozgerê Taybet ê ku li lêpirsîna Rûsyayê dinêre Robert S. Mueller ragihand ku danezanên derew ên Flynn, di qonaxa piştî 15ê Tîrmehê de, bandor li civakê kiriye û mafê wergirtina agahiyan a civakê asteng kiriye.

Mueller, di dokumanta ku pêşkêşî dadgehê kir de da zanîn, Flynn, di derbarê rêkeftina nepen a tîma Trumpî ya bangeşeya hilbijartinê ya digel Rûsyayê de û di derheqê xizmeta hikûmeta Tirkiyê de alîkariya lêpirsînê kiriye ji ber wê jî Muellerî daxwaz ji dadgehê kir ku cezaya zîndanîkirinê nede Flynnî.

Flynnî qebûl kir ku di derbarê danezanên xwe yên fermî de ên ku bo vegerandina Fettullah Gulenî di çerçoveya rêkeftina digel hikûmeta Tirkiyê de, çalakiyên lobiyê kiriye, derew kirine.

Flynn herwiha li xwe mikûr hat ku bo berjewendiyên Tirkiyê kar bike, şîrketa wî bo 3 mehan 530 hezar dolar ji Tirkiyê wergirtine.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin