FKKS: 8ê Adarê Roja Jinan a Navneteweyî pîroz be!

FKKS: Di roja navnetewî ya jinan de em bi hezaran jinên kurdên êzîdî ku bi destê barbarên DAÎŞê hatin qetilkirin bi rêz û giramî bi bîr tînin.

Beyana Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ya 8ê Adarê Roja Jinan a Navneteweyî 

8ê Adarê Roja Jinan a Navneteweyî pîroz be!

Di roja navnetewî ya jinan de em bi hezaran jinên kurdên êzîdî ku bi destê barbarên DAÎŞê hatin qetilkirin bi rêz û giramî bi bîr tînin.

Em barbarên DAÎŞê bi tundî rûreş dikin.

Di rojeka wiha de hest û fikrên me ji bo wan yên ku bûn qûrbanî û yên ku hê jî di bin destê barbarên DAÎŞê de hêsîr mane, ye.

Karasata ku hat sere jinên kurdên êzîdî rûreşîyeke mezin jibo mirovatîyê û komelgehê navnetewî ye. Ji ber ku em hê jî ji zulm û zordestîyên DAÎŞê rizgar nebûne.

Bi hêvîya serketina pêşmerge û şervanan kurd li hember dewletên dagîrker û DAÎŞê,

Bi hêvîya azadîya welêt, civatek azad û demokratîk,

Jibo maf û derfetên wekhev ji bo jin û mêran,

Jibo bidawîanîna tûnd û şîddetê li hember jinan

8ê Adarê roja jinan a navneteweyî bo hemû jinên Kurdistanê û dinyayê pîroz be.

8.03.2017

FKKS

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê