Firokeyên Tirkiyê Qendîl bombebaran kir

Firokeyên şer ên Tirkiyê îro înê dest bi bombebarana çend cihan li quntara çiyayê Qendîlê û çend gundên ser bi deverên Pişder û Balekayetî kirine.

du firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê îro înê 17ê Tebaxê, çend gund û avahiyên ser bi deverên Pişder û Balekayetî yên li Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

 

Gundên Bokrîskan û Sergelî li devera Pişder û herwiha gundên Tegeroy û Keleka Baleyî li sînorê bajarokê Qesrê ya ser bi qezaya Çomanê ji aliyê wan firokeyên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin.

 

Ew gund û cihên ku hatine bombebarankirin, li quntara çiyayê Qendîlê ne.

 

 

 

 

 


 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin