Firokeyên Tirkiyê navçeyên ser bi Dînartê ve bordûman kirin

.

Firokeyên şer ên Tirkiyê îro du caran li pey hev derdora gundekî navçeya Akrê ya li parêzgeha Duhokê bombebaran kirin. Tê gotin, cihê ku hatiye bordûmankirin, pir nêzîkî cihên niştecihbûnê bûye.

Li gor zanyariyan, firokeyên Tirkiyê derdora gundê Mêmberî yê ser bi bajarokê Dînarteyê ku nêzîkî sînorê qezaya Akrê li parêzgeha Duhokê ye, bordûman kirine.

Rêveberê Bajarokê Dînarteyê, Şeiban Berwarî jî ji Rûdawê re ragihand, “demjimêr 14:27 û 14:45 firokeyên Tirkiyê du caran li pey hev Geliyê Mêmberî ya li nêzîk gundê Mêmberî bordûman kirin.’”

Şeiban Berwarrî got, cihê ku hatiye bordûmankirin, tenê bi qasî du kîlometran ji cihê nîştecihbûna xelkê nêzîktir e.

Têkildarî zirarên bordûmanê jî, Rêveberê Bajarokê Dînarteyê ragihand: “Ti zirareke canî çênebûye, lê ji ber dengê balafiran û bordûmanê xelkê navçeyê tirsiyaye.”

Roja bihorî jî Tirkiyê çend navçeyên sînorî li qezaya Amêdiyê bombebaran kirib.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye