Firokeyên Tirkiyê li Qendîlê otomobîlek bombebaran kirin

.

Firokeyên şer ên Tirkiyê li herêma Qendîlê otomobîlek bombebaran kirin û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.

Peyamnêrê Rûdawê Bextiya Qadir ragihand ku îro Yekşemê 13yê Hezîrana 2021ê firokeyên şer ên Tirkiyê, li bajarokê Pîşderê ku dikeve rojhilatê başûrê Qendîlê, otomobîlek kirin armanc.

Hat zanîn ku ew otomobîl di navbera herdu gundên Dêga û Kanî Laniyê hate armancgirtin.

Derbarê êrişê de Rêvberê Bajarokê Helşoyê Bekîr Weysî jî ji Rûdawê re got: “Balafirên Tirkiyê îro derdora saet 13:20ê êrişî otomobîleke sivîl kirin û tîmên wan ber bi herêmê ve diçin da ku lêkolîna bûyerê bikin.”
Bekîr Weysî herwiha got: “Hêj nayê zanîn çend kes di nav otomobîlê de bûn.”  Li gorî agahiyên Rûdawê bidest xistine, zêdetirî 4 kes di otomobîlê de bûn.

Bi gotina Bekîr Weysî  ew otomobîla êriş lê hate kirin cureyeke Toyota Hilux bû û got: “4 kesên di nav otomobîlê de canê xwe ji dest dan.”

Li gorî agahiyên ku hin medyaya Tirk derbarê bombebaranê de belav kirine 5 gerîlayên PKKê di otomobîlê de bûn û jiyana xwe ji dest dane.

Otomobîla rastî êrişê hatî 121 kîlometre dûrî sînorê Bakurê Kurdistanê bû.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Bi dosyayekê li ser sedsaliya Qamişlo.. Kovara "Soryaz" jimara xwe ya yekê derdixe
PWKyê Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Anî
Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir