Firokeyên Tirkiyê li gundekî Başûrê Kurdistanê dan

Qaymeqamê devera Pişder a Başûrê Kurdistanê ragihand, firokeyên şer ên Tirkiyê li gundên nahiya Sengeser a Pişderê dan.

Qaymeqamê Pişder Bekir Bayîz got, îro derdora saet 09:30an de, çend firokeyên şer ên Tirkiyê bi hinceta hebûna hêzên PKKê, li quntara Qendîlê bi taybet li gundê Bêpalan ê Sengeserê dan.

Bekir Bayîz da zanîn, ji ber wê êrişê tiştek bi xelkê deverê nehat lê xelkê gund gelekî tirsiyan.  

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin