Firokeyên Tirkiyê gundekî devera Pişder ya Herêma Kurdistanê bordûman kirin

.

Firokeyên şer yên Tirkiyê gundekî devera Pişder ya Herêma Kurdistanê bordûman kirin.

Qaymeqamê nahiya Îsêwe ya bajarokê Qeladizê, Bekir Weysî ji televîzyona K24 re gotiye, îro danê sibê firokeyên şer yên Tirkiyê 3 caran gundê Şênê yê Qeladizê bordûman kirin.

Bekir Weysî daye zanîn, ew hîn nizanin ka ziyanên canî hene yan na, ji ber ku hîn jî firoke bi ser deverê de difirrin.

Bi gotina qaymeqamê Îsêwe, çend mal û xaniyên gundiyan ziyan dîtine.

Li gorî agahiyan, firokeyên Tirkiyê bi hêceta hebûna hêzên PKKê ew der bordûman kirine lê ti baregeheka PKKê li wir nîne.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye