Firokeyên Tirkiyê devera Amêdiyê bombebaran kir

Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê bi bihaneya hebûna binke û baregehên PKKê navçeyên derdora bajarokê Amêdiyê yê ser bi parêzgeha Dihokê ve bombebaran kirin.

Hat zanîn, firokeyên şer ên Tirkiyê derdora gundên Sergelê û Segîrê bomberan kirin, ku tenê 4 K.M ji navenda qezaya Amêdiyê ve dûr in.

Hate diyarkirin ku, ti ziyanên canî ji encama bombebaranê nebûne, lê ziyanên gihîştiye jîngeha wê deverê.

Demek e şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê li gundên sînorî yê Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin