Firokeyên Îsraîlê Sûrî bordûman kirin

Şeva borî Artêşa Îsraîlê çend armanc li nav Sûriyê bordûman kirin û berpirsekî artêşê jî dibêje, artêşa welatê wî bersiva êrîşekê daye.

Medya Rûsyayê li ser zarê berpirsekî Sûriyê belav kiriye ku HêzaBerevaniya Esmanî ya Sûriyê firokeyeke şer û 4 mûşekên Îsraîlê xistine xwarê.

 

Ew berpirsê Sûriyê dibêje, mûşekan bajarokê Kiswe yê başûrê Şamê kirine armanc, lê berî ku bighin armancên xwe, Hêza Berevaniya Esmanî ya Sûriyê ew xistine xwarê.

 

Du berpirsên îstîxbarata welatên navçeyê jî ragihandin ku ew navçeya Artêşa Îsraîlê xwestiye bordûman bike dezgahekî hestyar ê Hizbullaha Lubnanê lê heye.

 

Hêza Berevaniyê ya Îsraîlê jî derbarê bûyerê de beyannameyek belav kiriye û di beşekî de wan nûçeyan derew derdixe ku qaşo firokeyeke şer a Îsraîlê li Sûriyê hatibe xistin.

 

Di dema borî de Hêza Esmanî ya Îsraîlê çendîn car pêgehên Îran û Hizbullahê li nav Sûriyê bordûman kirine.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin