Firokeke Leşkerî ya Amerîkî li Afganistanê Ket Xwarê, Talîban Vê Radike Ser Xwe

Karbidestên Amerîkî ji Reutersê re ragihand ku firokeke wan ya biçûk ya leşkerî li Afganistanê, li herêmên bin kontrola Talîbanê kete xwarê, lê rêxistina tindrê îdia dike ku wan ew firok gêr kirîye.

Navenda Nûçeyan- Karbidestên Amerîkî ji Reutersê re ragihand ku firokeke wan ya biçûk ya leşkerî li Afganistanê, li herêmên bin kontrola Talîbanê kete xwarê, lê rêxistina tindrê îdia dike ku wan ew firok gêr kirîye.

Karbidestekî Amerîkî got ku bi bawerîya wan di nav firokê de hindiktir ji 10 kes hebûn û ti nîşane tuneye ku firok di encama kiryareke neyarane de ketibe xwarê.

Wêneyên ku di medya civakî de hatine weşandin, nîşan didin ku firoka ketî Bombardier E-11A ye.

Berdevikê Talîbanê Zabihullah Mucahîd îdia kir ku wan firok anîye aware.

“Firoka ku firîna îstixbaratî dikir, ji alîyê şervanên me ve li xala Deh Yek ya devera Sado Xel ya istana Gazne hate gêr kirin,” Mucahîd got.

Berdevikê Talîbanê zelal nekir ku çerkdarên wî çawa firok anîye xwarê, lê wî îdia kir ku di nav wê de serbazên payabilind yên Amerîkî hebûn, lê karbidestên Pentagonê ew idia red kirin.

Dengê Amerîka

 

 

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da