Financial Times: Erdoğan xwe li Qeterê digire

Rojnameya The Financial Times a Birîtanî pêşbînî dike, ku bi sedema nakokiyan li gel Amerîka, serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, wê xwe li Qeterê bigire.

Rojnameya Birîtanî di raporekê de dibêje: Bi sedema nakokiyên ji ber desteserkirina keşayê Amerîkî Andrew Bronson, ku bûye sedema cezakirina Tirkiyê û firehbûna kirîza dîplomasî di navbera Enqera û Washingtonê de, Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan xwe li Qeterê digire.

Di rapora rojnameyê de hatiye gotin: Tevî ku niha Erdogan rijd e li ser  helwêsta xwe beramberî Amerîkayê, lê bi sedema berdewamiya daketina nirxa Lîreya Tirkî, wê neçar bibe ku daxwaza Washingtonê bicî bike û keşayê Amerîkî serbest berde. Ji ber ku aboriya Tirkiyê nikare xwe li ber cezayên Amerîkî bigire û çaverê ye, veberhênerên biyanî ji ber wan cezayan karên xwe li nav Tirkiyê rawestînin.

Herwiha rojnameya Birîtanî nivîsiye: Erdogan berê xwe dide hevpeymana xwe ya serekî li navçeyê, ku ew jî Qeter e, da  ku di warê aborî de piştevaniya Tirkiyê bike, heya ji kirîzê derbas bibe, ji bilî Qeter jî, wê Erdogan pêwendiyên xwe ligel hejmarek ji welatên Hevpeymaniya NATOyê xweş bike, bi taybet ew welatên ku pêgeheke wan a giring û stratejîk li nav welatên Rojava heye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin