Fîlmên Hêvî

Cano Amedî

27.6.2025 an de li bajarê Amedê, li navenda ÇANDAMED ê, ez beşdarî danasîn û nîşandana filmê HÊVÎ bûm.

Fîlim bi Zimanê Kurdî bû. Derhêner, Çêkir û lîstîkvan hemû kurd bûn. Profil û beşdarîya temaşwanan, bi giranî cîwan bûn û girsayek mezin beşdar bûbû. 

Ev dîmen û eleqe jî rêdida ku bi keda kollektîf berhemek hêja derketibû holê. 

Piştî temaşekirina fîlmê, min bi derhêner Orhan İnce û çêkir Burak Kanisicak û lîstîkvanan re sohbet kir. Kelecanî û germîya cîwanan, bi qasî fîlm girîng bû. Hêvî, her tim hêviyên me xurtir dike. 

Gava min fîlmê HÊVÎ temaşe kir, komelaya xwendekarên KURD, cemîyeta HÊVÎ hat bîra min, ked û xebatên xortên Welatparêz Hêvî Akademî û tekoşîna milletê Kurd, weke şerîdê film di ber çavên min re derbas bû. 

Naveroka fîlm, li ser sosyolojîya civata me bû. Dîyalog, naverok û dîmenên di ber çav re derbas dibûn, reng û dengê Kurdistanê nîşan dida. 

Profîl û rêjaya beşdarvanan, temaşvanan bi min re kêfxweşîyek çêkir. Her çiqas projên red û înkarê di rojevê de bin jî, di nava civatê û binkeyê de hişmendîyek kurdî ya xurt û bi taybetî di nav ciwanên Kurd de heye. 

Ez cardin hemû lîstîkvan, derhêner, çêkir û hemû xebatkarên fîlma HÊVÎ pîroz dikim û serkeftin dixwazim.