Fîlma kurdî 'Rûmet' bo Festivala Cannesê hat hilbijartin

Fîlma Loran Medya Productionsê "Rûmet" bi derhêneriya Kamiran Bêtasi, di Festîvala Cannesê de ji bo "Beşê Kurtefîlman | Short Film Corner" hate hilbijartin.

Çêkera Fîlmê Rûmet û yek ji berpirsiyarên Loran Medyayê Narîn Nadîrovayê li ser hilbijartina fîlmê Rûmet ji Rûdawê re wiha got: "Ji bo me serfiraziyeke mezin e ku fîlmê me, li vê festîvala mezin û navdar bi zimanê kurdî were nîşandan. Emê hewl bidin bi du kesan li wir beşdar bin." 



Hêjayê gotinê ye ku Festivala Cannesê 8ê Gulanê destpê dike û heta 19ê Gulanê berdewam dike. Fîlm wê di wan rojan de di beşê kurtefîlman de û li ser înternetê jî ji mêvanên festîvalê bi şifreyeke taybet were nîşandan. 



Salihê Kevirbirî yê ku ew jî berpirsiyarê Loran Medyayê û menejerê veberhênaniya fîlmê Rûmet e bi van hevokan behsa naveroka fîlm dike: "Fîlmê Rûmet behsa boyaxkarê pêlavan Findiyê 75 salî ku rengan ji hev dernaxe û zarokê bi navê Reşko dike ku li ber destê çayciyekî kar dike û di warê rengan de alîkariya Findiyê kal dike."
 

Bûyer û mijara fîlm rast e, li Zaxoyê derbas dibe û jiyana kesên heyî di fîlm de hatiye nîşandan. Fîlm ji deh xulekan pêk tê. 

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")