Filma jinên bo wekheviyê têdikoşin kete danîşanê

2yemîn fîlma dirêj a Sarah Gavronê a bi navê 'Tê bikoşe!' bale dikşîne ser komeke jinên karker ên ku li Brîtanyayê hem bo şert û mercên karî, hem jî bo jiyanên xwe yên takekesî têkoşîna wekheviyê didin.

Di filmê de vê koma jinên karker, bo mafê dengdanê û wekheviya jin û mêran, pêşî kampanyayên aştiyanê pêk tînin. Lê hikûmet, digel soz dide, daxwazên van jinan piştguh dike. Rojname jî van nîqaşan tune dihesibînin. Ji ber van jî, jin jî bo mafên wekheviyê ku bo vê şer dikin, berê xwe didin çalakiyên hê tûndtir.

Di serê sedsalê de welayeta zarokan tenê di bavên wan de bû. Film, cihêkariyên bi vî rengî ên li dijî jinan, bi dîmenên kartêker radixe ber çavan.

Di fîlmê de lîstikvanên bi nav û deng ên wekî Carey Mulligan û Maryl Streep aktorên sereke ne.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê