Fîlma "Girls Of the Sun" weke sûc hatiye nirxandin

.

Fîlma Keçên Rojê ku derhêneriya wê Eva Hussonê kiriye û mijara fîlmê berxwedana jinên êzidî ya li dijî DAÎŞê ye di çarçoveya “propagandaya rêxistinê” de weke sûc hatiye nirxandin.

Fîlmê "Girls Of the Sun" (Keçên Rojê) ku derhêneriya wê Eva Hussonê kiriye û mijara fîlmê berxwedana jinên êzidî ya li dijî DAÎŞê ye di çarçoveya “propagandaya rêxistinê” de weke sûc hatiye nirxandin.

Welatiyê bi navê Nazim Bayram ku li navçeya Wêranşar (Doganşehîr) a Meletiyê dijî, piştî ku di 5ê Gulanê de fîlm li ser hesaba xwe yê medya civakî parve kiriye di çarçoveya lêpirsîna derbarê wî de destpê kiriye de hatiye desteserkirin.

Bayramî piştî îfade dayînê serbest maye. Her weha di îdianameya ku piştî mehekê têkildarî Bayramî  hatiye amade kirin de fîlm di çarçoveya sûcê “propagandaya rêxistinê” de hatiye nirxandin.

2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê îdianame qebûl kiriye û wê danişîna wê ya destpêkê di 9ê Îlonê de were pêkanîn.

Di îdianameyê de hatiye îdiakirin ku Yekineyên Parastina Jin (YPJ), baskekî Yekineyên Parastina Gel (YPG) e, di sala 2012dan de weke tugaya jin a YPGê hatiye avakirin û girêdayî PKKyê ye.

Dozger xwestiye ku parvekirina Bayramî weke delîlekî şênber were nirxandin û bê cezakirin.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn