”Fikra referandûma bakûrê Iraqê ji bo wan tehdîd e!”

Balkêş e, serokwezîrê Tirk referandûma serxwebûnê ya Kurdistana Federe ku di 25 Îlonê de li dar bikeve hin wek fikir telefûz kiriye û vê fikrê jî wek tehdîd bi nav kirîye.

 

Îro di civîna Şûreya Bilind a Leşkerî de Serowezîrê Tirk Binali Yildirim di nav gef/tehdîdan de ku welatê wan Tirkiyê aleqedar dike; Referandûma Serxebûnê ya Başûrê Kurdistanê jî bi nav kirîye.

Li gor malpera resmî ya basbakanlika Tirkiyê; Serokwezîr gotîye, Tirkiye li dijî sê rêxistinên terorîst di heman demê de şer dike; ew sê rêxistin: rêxistina cûdaxwazî ya terorîst, Feto û DEAŞ in. Ew li dijî rêxistina terorîst a cûdaxwazî di salên dawîyê de gelek serkeftî bûne.

Li gor serokwezîrê Tirk cografyaya ku Tirkiyê lê ye rûdanên siyasî, civakî û ewleyî hene û di vê cografyaya dijwar de tehdîdên daxîlî û xarîcî mevzûbaîs in. Fikra referandûma Bakurê Iraqê, Pêşeroja Sûriyê, giravên Egeyê ji wan tehdîdan in.

Herweha di civîna Şûrayê de fermandarên Esmanî, Bejahî û Deryayî yên Tirkiyeyê hatine guhartin û fermandarê Deryayî li derveyê teamuelan  hatîye destnîşankirin;  ne oramîral a Koramiral Adnan Ozbal tayîn bûye.

Balkêş e, serokwezîrê Tirk referandûma serxwebûnê ya Kurdistana Federe ku di 25 Îlonê de li dar bikeve hin wek fikir telefûz kiriye û vê fikrê jî wek tehdîd bi nav kirîye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin