Feyyaz Ekmen çû serdana rojnameya Gapê

Namzetê Serbixwe yê Batmanê M. Feyyaz Ekmen, digel şandeyek ji Tifaqa Welatperwer û Demokrat çû serdana Rojnameya GAPê û ji alîyê xwedîyê rojnameyê Mansûr Obût ve hat pêşwazîkirin.

Namzetê Serbixwe yê Şarederîya Batmanê  M. Feyyaz Ekmen şandeyek ji Tifaqa Welatperwer û Demokrat çûn serdana rojnama GAPê. 

Şandeya ku ji Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasım Ergun, Serokê PAKê yê Şaxa Batmanê Aziz Ozdemîr û Rêvebira PAKê Meryema Înal pêk dihat ji alîyê xwedîyê rojnamê Mansur Obut va hat pêşewazîkirin. 
 

Namzatê Serbixwe M. Feyyaz Ekmen, di axaftina xwe da li ser xizmeta şaredarîyê, pêwistîya gelî, pirzimanî 
û çanda gel sekinî. Bi berdewamî bahsa giringîya şaredarîyê û tekilîyên gelî kir. 

 

Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasım Ergun jî li ser giringîya Tifaqa Welatperwer û Demokrat û li ser rojeva Bakurê Kurdistanê axifî. 
 

Rojnamevan Mansur Obut jî, ji bo ziyareta heyetê sipas kir û ji rêzdar Ekmenî ra serkeftin xwest.

Piştî serdana rojnameyê, Feyyaz Ekmen, li bazara heftane ya gereka GAPê, ligel Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasım Ergün û rêvebir û endamên PAKê, belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat li esnafan û li gelî belav kirin.

Gel û esnafan pêşewazîyeke germ nîşanî Feyyaz Ekmen dan.

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye