Festîvala zebeşên Amedê hate betalkirin

Li Amedê biryar bû 8mîn Festîvala Zebeşan bê sazkirin, lê qeyûmê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate tayînkirin, festival betal kir.

Her sal di meha îlonê de li Amedê festîvala zebeşan tê lidarxistin û îsal jî biryar bû di navbera 22 û 23yê îlonê de 8mîn Festîvala Çand û Zebeşan a Amedê bê sazkirin.

 

Qeyûmê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate tayînkirin bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji bo ew bibin minaka tedbirên teserûfê wan biryara hilweşandina festîvala navborî dane.

 

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de wiha hate gotin: “8mîn Festîvala Çand û Zebeşan a Amedê ya ku biryar bû li bajarê me di navbera 22 û 23yê îlonê de bê lidarxistin ji bo bibe minaka tedbirên teserûfê hate betalkirin.”

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin