Festîvala Huner û Çanda Kurdî li Berlinê birêve diçe

.

Dûrî partiyan, dûrî siyaset û qirecira hizbîtiyê hejmarek kesayetî û ronakbîrên Kurd li Almanya bajarê Berlînê, festîvaleke mezin a çand û hunera Kurdî çêkirin. Di wê festîvalê de hejmareke mezin ji nivîskar û hunermendan beşar bûn û semîner û konsêrt hatine pêşkêşkirin.

Bi dirêjiya 4 rojan “Festîvala Huner û Çanda Kurdî li Berlînê” birêve diçe. Festîval ji 26 vê meha Gulanê destpê kiriye û biryar e heta 29ê Gulanê berdewam dibe.  Tê de çalakî û civatên wêjeyî, hunerî, konsêrt û semînar têne lidarxistin û pêşkêşêkirin.

Hevdem pêşangeh û bazarên taybet bi berhemên hunerî û wêjeyî û cilûberg û xwarinên Kurdî hene.

Berhemên Kurdî jî li wê derê têne firotin, weke mînak: Mey, amûr, cilûbergên kultûrî, aksiswar û alên Kurdî…

Goşeyek ji bo muzîka rojhilatî û amêrên muzîkê jî hatiye vekirin.

Di çarçoveya festîvalê de jî, rêznameyek ji bo herdu hunermendên Rojavayê Kurdistanê Mehmûd Ezîz û Mihemed Elî Şakir hatiye şandin.

Bi beşdarbûna 50 mêvanî, ji hunermend, nivîskar û rewşenbîran, hejmarek ji çalakiyan têne nîşandan.

Dahêner di warên çîrok, roman, mûzîk, stran, şêwekarî, karîkatûr, rojnamevanî, sînema û zimanê Kurdî de, beşdar in.

Sala 2022yan hejmarek ji keç û xortên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê helkeftek bi navnîşana “Rojên Huner û Çanda Kurdî Li Berlînê” lidar xist.

Lê li gorî daxuyaniyeke wan, piştî ku wê çalakiyê serkeftin bidest anî, êdî wan ew kire festîvaleke salane bi navnîşana “Fesîvala Huner û Çanda Kurdî li Berlînê”.

Hilibjartina Berlînê jî ji bo wê yekê ye ku, ew bajar yek ji paytextên hemerengiyê ye ji bo çand û hunerên cuda, li ser asta Ewropa û cîhanê jî.

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!