Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê di meha Adarê de destpê dike

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê ku cara ewil dê bê lidarxistin, îsal di nav 6-10ê Adarê de dê pêşberî sînemahezan be.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê, bi hewla Mezopotamya Sînemayê ve dê îsal  di navbera 6 û 10ê Adarê de, wê fîlmên xwe pêşkêşî sînemahezan bike.

Derhêner Veysî Altayê ku di nav Mezopotamya Sînemayê de dixebite da zanîn ku armanca wan ev e ku hem fîlmên ji aliyê derhênerên Kurd ve hatine kişandin hem jî ji Tirkiye û Ewropayê fîlmên li ser Kurdan hatine kişandin dê bigihînin bîneran û 30 fîlmên bi vî rengî di festîvalê de wê cihê xwe bigirin.

Herwiha Altay da zanîn ew ê bi hilkefta 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jî, fîlmên derhênerên jin dê pêşberî bineran bibin.

 

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")