Serhatiya Eyup Anadolu: yê ku di zarokatiya xwe de li gundê Texeriyê hetiye revandin û li gorî bîranînên xwe li kokê geriya ye
1. Veqetîn û Wenda Bûn
Eyup di zaroktiya xwe de tevî dê û bavê xwe yên Pîr bûn li gundê Texeriyê de dijî. Di salên berê de, gava ku ew hêj zarokekî 7-8 salî bû, ew û xwişka xwe ji gund derdikevin û diçine kerenga. Wexta ji gund dûr dibin , di wê demê de karwanek tê li nêzî kaniyê û bin darê re derbas dibe. Hingê Eyup ji xwişka xwe qetiyayî bû , bi tenê mabû û karwaniyek radihîje milê Eyup , wî bi xwe re dibe aliyê Diyarbekirê. Piştre wî ji wir dibin aliyê Hatayê. Ji ber ku Eyup zarokekî piçûk e û bi tenê ye, xelkê wê derê wî teslîmî şaredariya (belediye) Hatayê dikin.
2. Mezinbûn û Jiyana li Stenbolê
Dewlet Eyup ji Hatayê dişîne Sêwîxaneya (etîmxane) Stenbolê. Eyup li wir diçe mektebê û dibistana navîn (ortaoqul) diqedîne. Ji ber ku zarokê dewletê ye, wî wek kâtib dixin nav karê şaredariyê.
Tevlî ku sal di ser re derbas dibin jî, koka wî û bîranînên zaroktiya wî ti carî ji hişê wî dernakevin. Di xewnên xwe de her dem kaniya gundê xwe, darek mezin û xaniyekî li hemberî kaniyê dibîne.
Ew li Stenbolê mezin dibe, dizewice û keçeke wî çêdibe. Keça wî piştre bi efserekî çeperbilind (yüzbaşi) yê leşkeriyê re ku navê wî Taner Verdî ye dizewice. Eyup heta temenê xwe yê teqawidbûnê li şaredariyê dixebite û li navçeya Küçükçekmece ya Stenbolê bi cih dibe.
3. Şopa Bîranînan û Hevdîtina li Bitlisê
Rojekê gava ku diçe zîyaretgeriya zavayê xwe yê leşker ku li derdora Bitlisê wezîfedar e, diçe qawexaneyekê. Li wir rastî mirovekî extiyar tê ku ew jî êzdî ye. Ew bi hevra di axivin, di axaftina wan de baweriya Eyup ya ji bo peydakirina koka xwe hîn bibe bêtir xurt dike.
4. Şandina Mektûbê û Vegera Welat (1975-1976)
Gava Eyup Anadolu vedigere Istenbolê , di sala 1975'an de, mektûbekê li ser navê muxtariya gundê Texeriyê ji bo rahmetiyê Heznî Doğo (Hezniyê Kelê) re dişîne. Di mektûbê de wisa dinivîsîne:
"Tê bîra min, kaniyek û dareke li hemberî wê hebû ku ji wê re digotin Kaniya Tatokê... Ez dixwazim zanibim ka ez kura kî me û eslê min ji ku ye..."
Rahmetiyê muxtar jî bersivê dişîne û dêje : "Tu dikarî werî gund, em ê extiyar û mezinên gund bicivînin da ku em koka te peyda bikin."
Di navbera salên 1975-1976'an de Eyup tê gundê Texeriyê û hefteyekê dibe mêvanê mala muxtar. Gundî û rûspiyên gund (yên weke Feqîr Reşo û apê Genco) dicivin, ji dîrok û bîranînên wî bawer dibin . Ew jê re koka malbata wî (ew kurê Emerê Tero ye) jê re diyar dikin. Bi vî rengî, piştî dehênsalan, Eyup Anadolu digehije koka xwe û şopên zaroktiya xwe temam dike, lê mixabin kesek ji malbatê ne mabû.
Dest û dilê Pîr Siyabendê Salih û birayê Heso yê rahmetiyê xalê Heznî Kelê saxbin, min ev serhatî ji ber gotinên wan(2023) nivîsand !
Kemal Tolan Êzdînas, berhevkar û xemxwarê kevneşopiyên Êzdîtiyê.