Fermandarekî Pêşmerge: PKKê gule berdan me

.

Fermanderekî Hêzên Pêşmerge li Soran ragihand ku li navçeya sînorî ya Soranê gerîlayên PKKê teqe li hêzên Pêşmerge kirine û wan jî bi tundî bersiv dan. Qewmiqamê Soranê jî dibêje di encama aloziyan de ti ziyanek li Hêzên Pêşmerge nebûye.

Qewmiqamê Soranê Helgurd Necîb ragihand ku îro Sêşemê 18ê Gulana 2021ê piştî nîvro, li bajarokê Sîdekan ê sînorî di dema çêkirina rêyekî li nêzîkî xala kontrolê Pêşmerge de gerîlayên PKKê teqe li Pêşmerge kir.

Helgurd Necîb diyar kir ku teqekirina gerîlayên PKKê ti zîyanek negihandiyê Hêzên Pêşmerge.

Ji aliyê din ve Fermandarê Fermandariya Halgurd Behram Arîf Yasîn bûyer piştrast kir û got, “Ev demeke dirêj e em li herêmê ne û hêzên me xwestinê rêya hatûçûnê çak bikin, lê hejmareke çekdarên PKKê gule li pêşmergeyên me reşandin û me jî bi tundî bersiva wan da.”

Di heyamên derbasbûyî de çend carên din teqe û alozî di navbera Hêzên Pêşmerge û gerîlayên PKK de li hinek deverên sînorî weke Soran û parêzgeha Duhokê rû dane.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye