Fermandarekî payebilind ê Îranê li Sûriyê hat kuştin

.

Medya Îranê ragihandiye ku fermandarekî Sûpaya Pasdarên Îranê yê girîng ango payebilind ê bi navê Hesen Abdullahzade hatiye kuştin.

Li gorî nûçeya Ajansa Fars a Îranê şêwirmendê leşkerî yê Sûpaya Pasdarên Îranê Hesen Abdullahzade û fermandarekî din bi navê Muhsîn Ebasî ketine kemîna DAIŞê li ser rêya Dêrazor û Palmîrayê û hatine kuştin.

Ajansa diyar kiriye ku ew fermandarê hatiye kuştin fermandarekî girîng ê îranî bûye.

Herwiha Ajansa Mehrê jî Hesend Abdullahzade wekî fermandarekî girîng pênase kiriye û daye zanîn ku şerê Heleb û Xutayê jî di nav de bi salan li ser navê Îranê li Sûriyê şer kiriye.

Herwiha ajansê wêneyekî Hesen Abdullahzade yê sala 2020an li kêleka Qasim Suleymanî jî hatiye belav kiriye.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye