Fermandarê YPGê di êrişeke Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da

.

 YPGê ragihand ku di encama êrişên firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê de yek ji fermandarên YPGê yê bi navê Rênas Roj jiyana xwe ji dest daye.

Hêzên Parastina Gel (YPG) di derbarê êrişa esmanî ya Tirkiyê de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya YPGê di19ê Tebaxê de demjimêr 14:00an de li ser riya Elî Fero ya di navbera Qamişlo – Hesekê di encama êrişên firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê de yek ji fermandarên YPGê yê bi navê Rênas Roj jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Rênas Roj encamê Konseya Leşkerî yê Hêzên Parastina Gel (YPG) û yek ji fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ye.

Herwiha YPGê di daxuyaniyê de da zanîn ku Selahettîn Şehabî bi nasnavê “Rênas Roj” ji Rojhilatê Kurdistanê ye.

Di derbarê mijarê de heta niha Tirkiyê ti daxuyaniyek nedaye.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye