Fermandarê Pêşmerge: Serok Barzanî serkirdatiya şerê şikandina DAIŞê kir  

.

Fermandarê Pêşmerge Kadîr Şehîd Nazim, li ser fîlmê îranî yê sivakitî û heqarêtê li Serok Barzanî, Pêşmerge û gelê Kurd dike nerazîbûn nîşan da û got, Serok Barzanî ew kes e ku serkirdetiya şerê li dijî DAIŞê û şikandina wê hêza terorîstî kiriye.

Fermandarê Pêşmerge li Kerkûkê, Kadîr Şehîd Nazim ji BasNewsê re gotiye, di şerê DAIŞê de hêzên hevpeyman alîkariya hêzên Pêşmerge dikirin û heta niha jî ew alîkarî didome.

Kadîr Şehîd Nazim da zanîn, destpêka şerê DAIŞê Serok Barzanî, wê çaxê fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Kurdistanê jî bû, her dem li eniyên şer û di nav pêşmergeyan de bû. Ji xwe gelek caran hêzên hevpeyman spasiya Serok Barzanî dikirin.

Fermandarê Pêşmerge anî ziman, Serok Barzanî her dem xwe wek pêşmergeyekî dîtiye û dibîne. Di şerê DAIŞê de jî mîna pêşmergeyekî li eniyên şer bû.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin