Fermandarê Pêşmerge: Di encama êrîşa DAIŞê de 5 Pêşmerge şehîd û birîndar bûn

.

Li Kerkûkê, di encama êrîşa DAIŞê de, 5 Pêşmerge şehîd û birîndar bûn.

Li gor berpirsê eniya Kerkûk – Pirdê yê hêzên Pêşmerge Nurî Heme Elî ji K24ê re diyar kir: ‘‘Pêşmerge di demeke kurt de, piştî 40 deqîqeyan’’ êrîşa DAIŞê têkşikandiye.’’

Nurî Heme Elî destînîşan kir, çekdarên DAIŞê sûd ji valatiya ewlehiyê ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê wergirtine û got: ‘‘DAIŞê, di saet 12:00ê şevê êrîşî Pêşmerge kir.’’

Fermandarê Pêşmerge da zanîn, çekdarên DAIŞê ji du aliyan ve li bilindayiyên Zurge Zirav ve êrîş kirine ser çeperên Lîwa ya 10 a Pêşmerge û tenê di çeperekî de ziyanên canî çêbûne.

Herwiha Nurî Heme Elî eşkere kiriye, di encama wê êrîşa DAIŞê de, 3 Pêşmerge şehîd bûne û 2 Pêşmerge jî birîndar bûne û hejmarek zêde ji çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Kerkûk

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin