Fermandarê CENTCOMÊ ji bo Rojavayê Kurdistanê hişyarî da Rûsyayê

.

Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Orgeneral Kenneth F. McKenzie piştî serdana Rojavayê Kurdistanê û hevdîtina  ligel Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û rageşiya navbera hêzên Amerîkayê yên li herêmê û Rûsyayê daxuyanî dan.

Li gorî nûçeya ajansa Amerîkî APyê McKenzie, li ser bicihkirina wesayîtên zirxî Brdaleyan li Rojavayê Kurdistanê got ku ew ji bo Rûsyayê hişyariyek in û destnîşan kir, “Niha ne dema wê ye bi Amerîkiyan re qayişê bikişînin.”

McKenzie got ku Rûsya li herêmê rageşî û aloziyan çêdike, lê Amerîka hewl dide rageşiyê kêm bike û ji bo wê jî di danûstandinan de ji bo ti xeletî çênebe wan tîmeke taybet a ji zimanzanên Rûsî ya wergeran damezrandiye.

McKenzie li ser şandina Iraqê ya malbatên DAIŞê ji na Kampa Holê diyar kir ku ew dê bibe kilîla kêmkirina serjimariya kampan li herêmê û pêwîste welatên ku welatiyên wan li kampan hene jî wan werbigirin.

Orgeneral McKenzie, daye zanîn ku bi qasî 65 hezar zarok û malbatên DAIŞê li Kampên Rojava hene û heger ew rêyeke ji bo qezenckirina wan nebînin heta deh salan jî nikarin ji tundrewiyê rizgar bikin.

Fermandarê Amerîkî destnîşan kir, hêzên Amerîkayê çawa ku li Sûriyê dikin li Iraqê jî alîkariyê didin wan daku bermayiyên DAIŞê ji holê bêne rakirin.


 

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn