Fermandarê Cendirmeyê yê Çelê bi 400 kîlo hişbir hat desteserkirin

Fermandarê Cendirmeyê yê Çelêya navçeya Colemêrgê, li Aliagaya navçeya Îzmîrê, digel 400 kîlo madeyên hişbir hat desteserkirin.

Li Îzmîrê polêsên li dijî madeyên hişbir, doh li navçeya Aliagayê li gundekî turîstîk operasyonek encam da. 

Di operasyonê de 400 kîlo madeya skunk ku dişibe esrarê, hat bidestxistin.

Hat ragihandin ku di operasyonê de Serdarê Artêşa Tirk Bilgehan Özkozanoğlu, Adem Ç, Mehmet Ç, Tuncay K, Süleyman Ç, Mehmet Fatih Ç, û kesên Sûrî Abdulkerim M, Hasan A, Abdulkerim El M, û kesekî biyanî ê bi navê İlham B. hatin desteserkirin.

Derkete holê ku Bilgehan Özkozanoğlu, li navçeya Çelê ya Colemêrgê serfermandarê Fermandariya Cendirmeyê ye. 

Hat gotin, wexta lêpirsîna tawanbaran li Şûbeya Narkotîkê dihat kirin, bo mal û kargehên wan jî lêgerîn da destpêkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin