Fermandarê Cendirmeyan Mendî ”mendû” bû û ji kar hat dûrxistin!

Wer xwiya ye êdî proses dest pê kiriye û rutbeliyên bilind yên ku tedaxulê derbeyê bûne ji wezifeyên wan tên bidûrxistin

Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan yê Tirkiyê orgeneral Galib Mendî ”mendû”(westîyayî) bû û rakirine nexweşxaneyê û selehetîya wî bi wekalet dane korgeneral Ibrahim Yaşar.

Li gor agahîyan, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyên Tirkiyê orgeneral Galib Mendî di şeva 15ê Tîrmehê de ji alîyê cuntacîyên ve – ku ev grûba cûntacî  zêdetir di  bin fermandarîya wî de bûn û hewildabûn darbe çekin- li Anqerê di bargeha bi navê ”Akinciyan” de hatibû rehin girtin, îro ji wezîfeya  xwe hat dûrxistin. Li gor agahîyan Galib Mendî ji Sêrtê ye û berîya ku Civîna Şûreya Leşkerî  ku di destpêka meha Tebaxê de li dar dikeve ji ”mendûbinê” krîza dil derbas kiriye û rakirine nexweşxaneya ”Gata” yê.

Wer xwiya ye êdî  proses dest pê kiriye rutbeliyên bilind yên ku tedaxulê derbeyê bûne ji wezifeyên wan tên bidûrxistin

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin