Felsefeya Ehmedê Xanî û Joachim du Bellay (1522- 1560) bo Zimanê dayîkê!

Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Di qada bîr û bawerîya neteweyî da pêşewayê / pêşrewê / rêbirê pêşîn ê gelê kurd, Ehmedê Xanîyê nemir e. Wî di 32 salîya xwe da di 1683yan da Nûbara / Nûbehara Biçûkan; di 1687an da Eqîdeya Îmanê (Bawerîya Rîsaleyê) û di 1695an da jî Mem û Zîn nivîsîye. Ev her du eserên wî yên ewil li Kurdistanê di medreseyan da wek kitêbên dersê hatine xwendin. Bê guman li Medreseyên Kurdistanê xwendina van her du kitêbên kurdî erebî - erebî kurdî jibo şagirtên kurd; jibo statuya kurmancî gavên giring û dîrokî bûne û bûne wek şorişek. Ji ber ku wê demê zimanê erebî, zimanekî muqaddes (zimanê Qur´anê) bûye û li her derên Împaratorîya Osmanî wek zimanê perwerdeyê jî hatîye xwendin.

Wekî dî, bi sed salan bû ku jibo zimanê erebî, ”ew zimanê dinya dî - axîretê- ye jî û tenê yek zimanekî ye ku li wir pê were axifîn û wd.” hatibû gotin. Loma jibo gelek kesên xwenda jî tirseke mezin çêbûbû ku ew dê Roja Qîyametê ji bil wî zimanî çawa bikaribin bi zimanekî dî biaxifin. Loma wek ferheng ew du kitêbên (Nûbar û Eqîda Îmanê) Xanîyê nemir jibo şagirtên medreseyan ku dihat xwendin, gelek giring bûn. Ev hewildana kurdî, jibo pêşerojê jî dibû bingeheke cesaretê jî ku nifşên nû jî li pey wê şopê bimeşin û binivîsin. Wek mîsal, ferhenga soranî ku di 1790î da Şêx Marifê Nodeyî nivîsîye; mirov dikare nîşan bide.  Dîsa em dikarin Mele Xelîlê Sêrtî (1754- 1843) jî bi bîr bînin ku 25 desnivîsarên wî hatine tespîtkirin û wek Nehc-ul Enam û gelek eserên wî yên dî jî di medreseyan da hatine xwendin. Seydayê Mele Xelîl jî yek ji wan alimên navdar ê dema xwe bûye ku bi kurdî nivîsîye.

Hewildana Ehmedê Xanî di derheqê edebîyat û zimên da, dişibe hewildana Joachim du Bellay (1522- 1560) ku li Ewrupayê qewimîye. Di demên ewil ên Ewrupa modern da, bizavên edebî û zimannasîyê, wek ”Neteweevînîya Zimannasîyê” hatîye binavkirin. Ji derbasbûna Serdemaortê ber bi dinya modern ve; orduya edebîyat û zimannasîyê, li dijî otoriteya zimanê latinî ku wek zimanê Îlahî hatîye binavkirin, adeta şer îlan kirine. Yên ku ”zimanêdayîkê” parastine û xwestine ji bindestîyê rizgar bibin; bi serketine û di encamê da ”Latinî ya Qutsal” ji ser textê hukumranîyê anîne xwarê. 

Joachim du Bellay, di nava ”Neteweevînîya Zimannasîyê” ya Ewrupayê da kesekî naskirî bûye û di kitêba xwe ya navdar ”La deffence et illustration de la langue françoise” (1549) da hêza latinî û grekî qebûl dike; lê, ”divê zimanê fransi, wek zimanekî barbar neyê binavkirin” (r. 23) dibêje. (19) Li gora haydarîyên A. Hasanpour, yê ku ewil car şibandina di navbera Joachim du Bellay û Ehmedê Xanî da kirîye; M. B. Rudenko bûye. Ehmedê Xanî jî gotîye ku ”Zimanê me… Nûha tenê gul vedide, hê nekemilîye ku mêwe / fêkî bide”(r. 27) Joachim du Bellay jî pê zanibûye ku di navbera ilmêzimên û serdestîya sîyasî da têkilîyên nêzîk hene û loma wî weha nivîsîye:

”Ew demên ku werin, zimanê me yê ku kok daye û dê li rûyê erdê geş bibe û bigihîşe sewîyeya zimanên grekîyan û romayîyan ku îro gemên hukumranîya vê kralîyeta xurt û asîl girtine destên xwe.”(r. 28) ”Wekî dî, qebetîya zimanê me yê nûha, wek ku heyranên zimanên grekî û latinî îdîa dikin, zimanê me ne hewqas qebe û sefîl e, ez weha nafikirim.”(r. 29) ”Heman qanûna tabîatê ku dibêje, divê her kes ew cîyê ku lê çêbûye, biparêze, ew qanûn me mecbûr dike ku em zimanê xwe jî biparêzin.”(r.100)”Wek ku em bi karanîna ji zimanê xwe fedî bikin, çima bo zimanên dî em li parsê bigerin?”(r.102) (20)                                                                                                                                                        Loma Hasanpor dide xuyakirin ku ”yên kitêba J. du Bellay xwendine; wan dîtine ku ew heyranê grekî û latinî bûye, lê digel wê jî, wî zimanê xwe fransî jî parastîye û jê hez kirîye.”  A. Hasanpour, li gora çavkanîyeke dî dibêje ku du Bellay; ”ew zilamê du serdeman bûye, hem serdema Renesansê û hem Serdema Grek û Roma ya Antik. Girêdana wî ya hestîyarî jibo wan her du serdeman, zêde nelihevhatîye û di naveroka piranîya tewsîyeyên xwe da şopa berberîyê nîşanî me dide… Loma La Deffence, şaheserek e ku xwedî hestîyarên berberî ye”

Lê Xanî, di derheqê demên dîrokî da, bi gotineka dî sedaqata xwe jibo zimanêdayîkê an zimanên dî, wekî du Bellay neparçebûyî ye. Xanî, bi xururî daye xuyakirin ku wî ji erebî û farisî tiştek deyn nekirîye. Wî li ser çîrokên gelêrî yên gelê kurd perwerde daye û bi wî awayî toreya edebî ya zimanên erebî û farisî serubino kirîye, adeta hilweşandîye. Ew şairekî dema feodalîya kurdan bûye ku di pêşedemê da dê geş bibûya.

Renesansa Ewrupa, rastê despêka kapitalizmê hatîye; lê renesansa Kurdistanê ya sedsala XVII.yan, rastê dema feodalîyê ya herî bilind hatîye. Pêşveçûna kapitalizmê, dûzena çêkirinê, endustrîya matbaayê û avakirina sistema bazarê, li ser bingehên dinamikên hundûr pêşta çûye, xurt bûye û bi xwe ra gundîyan ji girêdana erdan rizgar kirîye; zêdekirina nivîsên destkî û hîmayedarîya aristokrasîyê û ji holê rabûna astengên ku li pêşîya zimanên neteweyî bûne, ji holê rabûne.

”Her çi qas hewildana du Bellay li hemberê latinî û grekî, bi istiqrar nebûye jî; Ehmedê Xanî li hemberê erebî û farisî bi îstîqrar bûye. Du Bellay di derbarê zimanêdayîkê da ji hêvîkirina xwe zêdetir serfiraz bûye. Zimanêdayîkê yê fransî; digel zimanên inglizî, almanî, ispanyolî û italî hatiye merhaleyek ku latinî û grekî li muzexaneya zimanên klasik hepis bikin û ew gihane sewîyeya ”zimanên neteweyî.” Sedemên wê, vekirî ne. Belam du Bellay û reformxwazên zimên; nûçegerên serdema kapitalizmê yên dîroka Fransa û Ewrupa bûne.  Lê digel wê rewşê E. Xanî û edebîyatnasên ku piştî wî hatine, nikaribûne zimanên erebî û farisî ji ser textê hukumranîyê dûrxînin û wek rakîbê wan, zimanê kurdî li ser textê rêvebirîyê bidin runiştandin. Xanî û du Bellay, ew her du jî di wê bawerîyê da bûne û  bi gotina Marx; ”wan dîrokên xwe afirandine.” Lê çi hebû ku edebîyata dinya erebî û farisî ji alîyê du nîzamên feodal ve ji Bakurê  Afikayê heta Rojhilat û Orta Asyayê hukumdar bûne.” (21) Ev jî astengên herî mezin bûne ku Xanî nikaribûye alaya zimanê kurdî û edebîyata kurdî li ser textê rêvebirîya kurdan bide daleqandin. Ji ber ku ew text bi dest neketîye ku ew rasta-rast şoleke sîyasî ya herêmê bûye. Piştî van haydarîyên bo girîngîya zimanê kurdî, em dîsa bizivirin ser daxwazên kurdan ku pêşnîyazê Stanbulê kirine.  

4. Ji ber ku dînê dewletê îslam e, hukmên ku di dadgehan da werin girtin, divê li gora şerîeta îslamê bin.

5. Baca ku ji herêmê tên komkirin, divê li gora pêdivîyên herêmê, li çêkirina rîyan û vekirina mizgeft û mekteban / dibistanan werin xerckirin.

6. Divê mîktara baca ku ji herêmê tên komkirin, li gora hukmên edaleta îslamê bin.

7. Hukumkirin û rêvebirina herêmê ji alîyê osmanî ve, divê li gora hukmên îslamî bin, lê ji ber ku kurd şafiî ne, ew xususîyeta wan jî divê li ber çav werin girtin.

Balkêş e ku dema daxwaznama Şêx Abdusselam Barzanî digihê destê Sultanê Osmanî; ew gelek aciz dibe û ferman dide ku hêzên orduyê rêkin ser herêmê. Ji ber ku Sultanê Osmanî û Hukumeta Bab-î Alî ya Stanbulê, van daxwazên kurdan wek hewildanek ku ji dewleta osmanî ciyê bibin û rêvebirîya xwe ya xweser avabikin, dinirxînin. Ji ber ku di wan daxwazan da xwestinên şexsî qet tunebûne û hemî jî (7 made) daxwazên ortaxî yên herêmê bûne. Loma Hukmê Stanbulê bi tundî li dijî wan daxwazên demokratik derketine, acizîya xwe nîşan dane û orduya osmanî rêkirine herêmê. Lê em pê dizanin ku hin serhildanên kurdan ên berîya Abdusselam Barzanî yên di sedsala 19an da qewimîbûn; ji alîyek ve amadekarîyên serhildanê çêbûne, lê di alîyek da jî girêdana xwe ya bo Xîlafetê û Osmanîyê jî dane xuyakirin. Bi tabîreka dî, ji daxwazên gel zêdetir, daxwazên şexsî û malbatî derketin pêş. Loma li hemberî wan serhildanan, hewildanên Sultanê Osmanî jî gelek balkêş bûne ku politika canbazîyê nîşan didan. Sultanê Osmanî jibo hin daxwazên wan kurdan bi awayeke sozdayînê qebûl dikir û hin bertîl û terfîye jibo wan serekên serhildanê didan wan û bi wî awayî serhildan jî li ser bingehê gelêrî nediqewimîyan. 

Hukumeta Bab-î Alî, li hemberî wan daxwazên pêşevayê kurdan Abdusselam Barzanî II. Seferberlixa Giştî îlan dike û di dawîya 1907an da di bin fermandarîya Ferik Mehmet Fazil Paşayê Dagistanî da hêzên eskerîyê rêdikin ser herêma Barzan. Ji ber ku eşîrên dî hema bêje bi tevayî, li dijî hêzên osmanîyan şer nekirine û loma barê şer hemî ketîye ser pişta Barzanîyan. Di bin fermandarîya Abdulsselam Barzanî da bi taktikên parastinê, revê û berxwedanê şerê gêrillayî derdora du meh tê domandin. Di nav vê pêvajoyê da hin eşîr çûne alîyê osmanîyan, hin jî bêteref / bêalî / bêlayan mane. 

Lê di encamê da Şêx Abdusselam neçar dimîne ku digel hêzên xwe yên çekdar herêma Barzan biterkîne û here Herêma Teyar, nik Marşemun. Serekê Asurîyan Marşemun, pêşwazîyeke baş jibo Abdusselam raxistîye meydanê, cî daye wan û di mazûbanîyê da tiştên pêdivî texsîr nekirîye. Ji wê tarîxê vir ve di navbera Barzanîyan û Asurîyan da dostanîyeke xurt û mayînde çêbûye û ew dostanî heta îro jî berdewam dike. Piştî ku Abdusselam û hêzên xwe yên çekdar herêmê diterkînin; hêzên Osmanî, herêma Barzan adeta dişewitînin, xiradikin, malên xelkê talan dikin û gelek zarûzîç digel dayîkên wan, wek hêsîr dibin zindana Musulê ku di nav wan da Mela Mistefayê 3 salî jî digel dayîka xwe, dibin dîlketî û zindanîyên Zindana Musulê.

Abdusselam Barzanî digel hêzên xwe yên çekdar, di buhara 1908an da dizivirin Bakurê Barzan, li piştî Çîyayê Şîrîn, li Welatê Jêr bi cî dibin û li dijî hêzên osmanîyan dest bi şerê çekdarî dikin. Di êrîşên ewil da hêzên osmanî derbeyên giran dixwin, belawela dibin û ji herêmê direvin û her weha herêm ji dagirkerên osmanîyan rizgar dibe. Ev serfirazî bi saya serê taktikên şerê gêrîllayî tên meydanê ku osmanîyan qet tişteke weha hêvî nedikirin.

Rêvebirîya Osmanî, piştî vê têkçûnê, pêşnîyaz dikin ku hevdîtin di neqeba du alîyan da çêbin. Abdusselam jî wê pêşnîyazê qebûl dike û rewşa heyî, hêdî hêdî ber bi sukûnetê ve dihere. Nazim Paşa dibe Walîyê Musulê û bi hewildanên Albay Saffet Beg jî, di navbera her du alîyan da lihevhatinek çêdibe. Girtîyên zindanî yên her du alîyan azad dibin û osmanî qebûl dikin ku ew xisarên ku li herêmê çêbûne, bedêla xisaran bide kurdan. Balkêş e ku osmanî bi dek u dolaban xwestine Abdusselam bigirin bin destê xwe û loma di 17yê tabaxa 1913an da Nîşana Osmanîyê didin Abdusselam ku ew nîşan di Pîleya Çaran da bûye. Lê wek pratika Abdusselam nîşan daye, ew politika canbazîya osmanîyan bi ser neketîye û badilhewa çûye. 

Di wê dema aram da gundên ku hatibûn xirakirin, ji nûve tên çêkirin, li gund mektebeke modern tê çêkirin jibo perwerdeya zarûkan / mindalan û wd.. Di wê demê da Walîyê Musulê Mîrlîva Esat Paşa ye ku ew Fermandarê Tabura 12.mîn e jî. Lê her ku diçe Îttîhat-Terakkîyan cîyê hukmê xwe qeîm dikin, ew ji resma ku jibo kurdan çêbûye, pir aciz dibin, nerehetîyên xwe nîşan didin. Di encamên van acizîyan da ew walîyê Musulê diguherînin û di şûna wî da Süleyman Nazifê Dîyarbekirî dikin walîyê nû.

Süleyman Nazîf, jibo qelsxistin û stûxwarkirinê gazîyê Abdusselam dike da ku here huzura wî. Abdusselam, wê daxwazê ango bi rasteqîn wê fermanê qebûl nake û naçe nik walî. Bi wê behaneyê Süleyman Nazif, orduyeke mezin rêdike herêma Barzan û wê herêmê dorpêç dike. Abdusselam jî li herêma Mêrgesorê, bi çekdarên xwe êrîş dibin ser hêzên osmanî ku ji 4 taburan pêk hatibûn û hêzên osmanî, bi tabîra rasteqîn tarumar dibin. Di vî şerî da alîyê osmanî 90 mirî û birîndar li pey xwe dihêlin û ji Barzanîyan jî 2 birîndar û 10 mirî çêdibin. Lê teqemenî û hêzên osmanî gelek zêde ne û hêzên kurd jî bi jimar û teqemenîyên xwe ve ne mumkun e ku demeke dirêj li hemberî osmanîyan bikaribin şerê xwe yê heqîyê bidomînin. Loma piştî mehek domandina wî şerê dijwar, li herêma Bilê jî êrîşek dibin ser hêzên osmanî û xisarên mezin didin wan; lê Abdusselam ji neçarîyê hêzên xwe paşve dikêşîne û digel 300 çekdaran, roja 15yê nîsanê 1914an derbasî erdê Îranê dibe û li Gundê Sengan ku girêdayê Herêma Şîno (Uşnevîye) ye, radiwestin.  

Piştî ku Abdusselam digel çekdarên xwe ji herêmê dûr dikevin; orduya Osmanî her alîyê herêma Barzan serubino dikin, 400 gund dişewitînin, jin û zarûkên ku direvin ber eşîrên dî / yên bêteref in, xwe xilas dikin, lê xirisityan, asurî, musulman yên dîl dikevin destê orduyê, ew wek xenîmet li eskerên osmanî tên pêşkêşkirin. Lê orduya osmanî, bi çi awayî dibe bila bibe dixwazin Abdusselam bi zîndî an mirî bidest bixin.