Fehmî Burhan: Bê bicihanîna madeya 140ê em nikarin bibêjin em li Îraqeke seqamgir in

.

Serokê Desteya Deverên Kurdistanî yên Derveyê Îdareya Herêma Kurdistanê di derheqa bicihneanîna madeya 140ê ya destûrê Îraqê de radigehîne, “Tevaya şoreşên Kurdan ji bo wê yekê bûn ku Kurd bigehin armanca xwe, hejmareke wan armancan girêdayî axê bû û hejmareke din jî girêdayî destkeftiyên siyasî bû”. Herwesa dibêje, “Arêşeyên me li ser bicihneanîna madeya 140ê cidî ne û pêdivîtiya me bi wê yekê heye ku em xebatê ji bo çarekirina wan bikin”.

Serokê Desteya Deverên Kurdistanî yên Derveyê Îdareya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan ji k24ê re ragehand, “Bê bicihanîna madeya 140ê û vegeriyana Kerkûk û Şingal û Xaneqîn û deverên din, em nikarin bibêjin ku em di Îraqeke seqamgir de ne”.

Fehmî Burhan eşkere jî kir, “Tiştê ku wesa kiriye hikûmetên yek li dû yekê yên Îraqê ji bo çarekirina arêşeyên me yên siyasî cidî nebin ew e ku aqiliyetek li Bexdayê nîne ku arêşeyên bi Kurdan re sifir bike”.

Navbirî herwesa got, “Netebayî û nebûna kartên hevpar xala lawaziyê ya me Kurdan e, ew sedem e ku hikûmetên yek li dû yekê yên Îraqê giring nebînin ku wan arêşeyan çare bikin”.

Deverên Kurdistanî yên Derveyê Îdareya Herêma Kurdistanê wan hemî deverên Kurdistanî vedigirin ên ku niha li bin desthilata Hikûmeta Bexdayê de ne, çareseriya wan li dû madeya 140ê ya destûrî bi sê qonaxan hatiye destnîşankirin; asayîkirin û serhijmêrî û rapirsîn in.

Ji Xaneqînê heta Şingalê pareke berçav a rûber û axa Herêma Kurdistanê di çarçoveya wan deveran de tê pênasekirin.

K24

Kurdistan Haberleri

Feysel Yûsif: Divê Kurd bibin beşek ji avakirina Sûriyeyê
Pêwendiyên dîrokî yên Kurdistan û Fransayê: Peykerê Charles de Gaulle li Hewlêrê ye
Mucteba Xamineyî li ser peymana bi Amerîkayê re peyamek belav kir
WAN - ‘Rojên Wêje û Pirtûkan ên Tuşbayê’ dest pê kir: 40 weşanxane li wir in
Mezlûm Ebdî û Jean-Noel Barrot li Parîsê civiyan