Fealîyetên 370 komeleyan hat rawestandin

Li gor wezareta navxweyî ev komele têkilîyên wan bi rêxistinên FETO, PKK/KCK, DHKP-C û DAÎŞê re hene.

Ji alîyê Wezareta Karûbarê Hundir yê Tirkîyê fealîyetên 370 komeleyan hat rawestandin. Li gor wezaretê navxweyî ev komele têkilîyên wan bi rêxistinên FETO, PKK/KCK, DHKP-C û DAÎŞê re hene.

Daxuyanîya wezaretê weha ye; ”li gor Qanûna Rewşa Awarte ya xala 11ê bi armanca  ewleyîya giştî, asayîş û parastina pergela civakî li 39 wilayetan 370 komeleyên ku ji wan 153 bi FETO,  190 bi PKK/KCK, 19 bi DHKP-C û 8 bi DAÎŞê re têkildar in û ewleyîya milî tehdît dikin; ji aliyê walîtîyan ve fealîyetên wan hatine rawestandin.”

Di nav van komeleyan de MAYA -DER û Komeleyeka Zarokan jî hene.

Wek dihê zanîn di 23 Tîrmehê de jî 1125 komele û 104 weqif hatibûn girtin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin