FarsNews: Hevpeymanê li hember êrîşan konvoya leşkerî şande Kurdan

Farsnewsê belav kir ku Hevpeymana Navdewletî roja çarşema borî konvoyeke mezin a leşkerî ya bi hejmareke zêde ji çek û techîzatan pêkhatî ji deriyê Semêlkayê derbasî Qamişloyê kiriye.

Hêzên Sûriya Demokratîk jî ragihandiye ev çekên han, di şerê li dijî dagirkirina Tirkiyeyê ya herêmên di bin kontrola wan de, dê werin bikaranîn.

Rojnameya El-Weten jî di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de analîzek belav kir û got: Bi armanca ku li Rojavayê Kurdistanê herêmeke bêçek were avakirin, bicîkirina rêkeftina Soçiyê hatiye sekinandin.

Li aliyekî din, Enqerayê, ferman daye hevpeymanên xwe yên li Îdlibê û li bakur û rojavayê Helebê da ku xwe ji êrîşeke mezin li dijî Kurdan amade bikin.

Rojnameyê got, hêviya Serokomarê Tirkiyê Erdoğanî di warê rêkeftina Minbicê şikestiye û Enqerê biryar daye şerê bi Kurdên Rojhilata Firatê bike. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin