Faris Brîfkanî: Biryar e di dawiya vê mehê de derziya Sinovac a Çînê bigîhe Kurdistanê  

.

Cîgirê Serokê Lijneya Tendirûstiyê ya Parlamentoya Iraqê diyar kir, rêkeftina Hikûmeta Iraqê ya bi Kompanya Pfizer kiribû, hat hilweşandin û biryar e di vê mehê de derziya Sinovac a Çînî bikire.

Li gor Cîgirê Serokê Lijneya Tendirûstî ya Parlamentoya Iraqê Faris Brîfkanî daye zanîn: “Ew rêkeftina Hikûmeta Iraqê ya bi Kompanya Pfizer kiribû, hatiye hilweşandin, ji ber kompanyayê daxwaza derxistina yasayekê dikir bo wêya, eger her bandoreke nerênî ya derziyê li ser bikarhêner hebû, wê ev encam ne di stuyê kompanyayê de be, Hikûmet jî bi wê mercê razî nebû.”

Faris Brîfkanî destnîşan kiriye: “Hikûmeta Iraqê, girêbest ligel kompanyayeke Çînî kiriye bo kirîna zêdeyî 1.5 milyon doz derziya Sinovac. ” Biryar e, dawiya meha Sibatê derzî bigîhe Iraqê û derbarê pişka Herêma Kurdistanê de jî Brîfkanî got: “Wezîrê Tendirûstiyê soz daye yekser pişka Herêma Kurdistanê bişîne ji sedî 20 kêmtir nebe.”

Hikûmeta Iraqê berê girêbestek ligel Kompanya Pfizer bo kirîna 1 milyon û 150 hezar doz derzî kiribû, lê ji ber mercê kompanyayê, girêbest hat hilweşandin. Bi qonax xelk tên derzîkirin. Di destpêkê de, pizîşk û karmendên tendurustî, hêzên ewlekariyê û mamoste tên derzîkirin. Faris Brîfkanî jî eşkere dike: “Di sala 2021ê de, hemû Iraqiyek derziyê werdigre.”
 

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan