Kemal Tolan
Min ev pirtûka mamoste û nivîskarê hêja kekê Ihsan Baran, a bi navê „Êzdiyatî- ol, çande û taybetmendiyên wê „ku, ji aliyê „werşanên nivîs“ê ve di sala 2023 de hatiye çapkirin xwand.
Dest û hestên mamoste û nivîskarê hêja sax bin, ew hêja di destpêka pirtûkê de mînakeke gelekî dilêş didexwanê, çawa bav û kalên Êzdiyan ji ber baweriya wan ji aliyê Kurdên Misilmanî nezan ve hatine rûreşkirin , biçûkxistin û eziyet kirin*. Ev pirtûka 99 rûpelin û gelek mijarên bawerî, sed û hedên Êzdiyatiyê bi kurtasî yek bi yek tê de hatine birêzkirin.
Mînak :
Dîroka peydabûna XWEDÊ –EZDA, afirandina Tawisî Melek, Afirandina erd û ezman, afirandina Adem û Hawa, cûdetiya Yezîdî û Êzîdî, Di cihanê de hebûna Êzdiyan, pirtûkên Êzdiyan yên pîroz û hwd.
Mixabin, ez nikarim bi berfirehî qala van zanînên hatine birêzkirin , bi zahmetî û bi zimanê tirkî yê gelekî hesan hatine wergerandin bikim. Lê ez baş bawerim gava kesên ku, bi zimanê tirkî dizanin , vê berhemê û taybetî jî vê nêrîna ku bi zimanê tirkî li ser rûpelê pirtûkê yê dawî de heye bixwînin, ew ê gelek mijarên „Êzdiyatî- ol, çande û taybetmendiyên wê“ nasbikin.
Ez zahf spasdar im ku, kekê mamoste û nivîskarê hêja ev berhema xwe ji min re weke diyarî şand! Her wusa gelek spas ku, mamoste Îshan di naveroka pirtûka xwe de dibêje, „Em bi rêzdarî , bi dil û can serê xwe li ber berxwedana xwişk û birayên Êzdî ditewînin ! Em êdî dizanin ku, civaka Êzîdî di wextê hemû fermanan de , bi şert û mercên gelekî giran re rû bi rû maye. Êzîdî gelek caran ji bo şeref, axîn û baweriya xwe înkarbikin jiyana xwe ji dest dane . Şikir tevî ku civaka Êzîdî hewqas hatiye rûreşkirin, biçûkxistin, qirkirin û koçberkirin jî , ferzên wê yên olî hîn sax in. „
Malî ava keko, gelek rêz û silav !
Kemal Tolan
*Têbinî:
Zahf xemgîn im ku , mamoste û nivîskarê hêja, tevî van zanînên xwe hêjî mîna gelek rewşenbîr û nivîskarên Kurd“sedemên ku timî alozî û nakokiyan di nava netewîperestiya Kurd de peyda kirine*1” tam nasnekiriye anjî fahmnekiriye ku, em Êzdî hêjî ji vê “xeber/peyva ku bi (Şe.......) destpêdike*2,3..” acisin û naxwazin tu heval/dostekî me wê bilêvbike di gelek cîhan de bikaraniye.
Çavkanî :
1 https://www.facebook.com/photo/?fbid=2258805174335151&set=a.1762094670672873
2 https://www.facebook.com/KemTolan/videos/293803345862941/
3 https://www.facebook.com/profile/100006170713219/search/...