Ez û Sêyemîn Festivala Raman

Konê Reş

Konê Reş

 Wek ku diyar e Kurdistan bi erdnîgaeriya xwe, cil û bergên welatiyên xwe û zimanê xelkên xwe di nav xelkên cîhanê de tê naskirin.. Neyarên wê jî, ev yek naskirine û bi rêk û pêk şerê zimanê Kurdî kirine û dikin.. Di vî pêvajoyê de, ji şopandina min ji kovara (Raman) re, dibînim ku li heyfa ziman û rewşenbîriya me digere.. Li nasnameya me a netewî xwedî derdikeve.. Ev kovara ku ji dor 30 salî ve ziman û rewşenbîraiya diparêze.. Kovara Raman; kovara Al-Arabî ya Kuwaitî, ewa ku Dr. Ahmad Zekî di sala 1958an de serkêşiya wê dikir û li cîhana Erebî bi tevayî dihat belavkirin, anî bîra min... Di vê derbarê de ez mamoste (Azad Abdulwahid) ne kêmî Dr. Ahmad Zekî û kovara Raman ne kêmî kovara  Al-Arabî dibînim.. Ji 20 salan ve ez vê kovara Raman dişopînim, min baş fêde jê girtiye..

Dilşad û bexetwer bûm ku min jî wek heval û hogirên xwe ji her çar perçeyên Kurdistanê û dervî Kurdistanê beşdarî di (Sêyemîn Festivala  Raman) de li Hewlêra paytext kir û çav bi nivîskar, wêjevan û hunermendên Kurd ketim û ji nêzîk ve min ew nasdkirin.. Wek nimûne, min hunermenda kurd (Aslîka Qadir), di vê festîvalê dît. Eva ku ji dor 60 salî ve min li dengê wê û strana (Welatê me Kurdistan e..) guhdarîkiriye û eşqa Kurdistanê ketiye dilê min de û wiha pêre mezin bûme..!

Di baweriya min de ev festîval du qolî bû; hem festival kovara Raman û rewşenbîriya Kurdî bû û hem festival hevdîtina nivîskarên her çar perçeyên Kurdistanê û surgûnê bû..  Ez bi kêf û şahî hatim û bi kêf û şahî zîvirîm mala xwe li Qamişlo… Ji dil û can spasiya rêveberên festîvalê dikim û hêviya berdewamiyê ji wan dikim..

Konê Reş/ Qamişlo 22/12/2025