Ez dostayetiya Kurdan ji bîr nakim

Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Ramon Blecua kir. Di hevdîtina li gel Serok Barzanî de Blecua, ragihandiye ku ew dostayetiya li gel Kurdan ji bîr nake.

Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Ramon Blecua kir. Di hevdîtina li gel Serok Barzanî de Blecua, ragihandiye ku ew dostayetiya li gel Kurdan jibîr nake.


Li gor daxuyaniya malpera taybet a Serok Barzanî, îro li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropayê (YE) li Iraqê Ramon Blecua kir.


Balyozê Yekîtiya Ewropayê Ramon Blecua ku dawî li erka wî ya li Iraqê tê, spasiyên xwe bo pêşwaziya Serok Barzanî anîne ziman û pesnê hevkarî û peywendiya di navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê de daye.


Ramon Blecua herwiha hêviyên xwe anîne ziman ku ew peywendî berdewam û bihêztir bin û balkişandiye li ser wê yekê ku li her cihekê bê bîranîn û dostayetiya xwe ya li gel Kurdan jibîr nake.


Li gor daxuyaniyê, Serok Barzanî jî di beramber de, hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de ji Ramon Blecua re xwest û balkişand li ser girîngiya peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Ewropayê de. Serok Barzanî herwiha tekezî li ser zêdetir pêşxistina hemahengiya li gel Yekîtiya Ewropayê kir.


Hatiye gotin di beşeke din a hevdîtinê de, peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî hatine nirxandin û her dû aliyan tekezî li ser peydakirina çareserî û rêya diyalogê û hevdû têgihiştina zêdetir kirine.


Balyozê Yêkîtiya Ewropayê derbarê geşedan û rewşa Herêma Kurdistanê de jî, aramî, proseya siyasî û pêkanîna Hikumeta Herêma Kurdistanê bilind nirxandiye û bi pêngaveke erênî ji bo pêşerojeke baştir pênase kiriye.

Siyaset Haberleri

TAYBET - Hîlalî: Bêhtirî 1500 malbatên Efrînî vedigerin malên xwe
Serok Barzanî: Silav li hemû wan qehremanên ku riya Pêşmergetiyê hilbijartine
Gelo dê Deriyê Rebîeyê cihê Îbrahîm Xelîlê bigire?
Hewramanî: Bersiva metela şandina çekan bo Kurdan tenê li ba Amerîkayê ye
NATO: Vekişîna Amerîkayê ya ji Ewropayê bandorê li planên ewlehiyê nake