Pêwîste peywendiyên di navbera rêvebirên hukumeta Tirkiyê, akademîkarên Kurdên musilman, rêxistin û kesayetên Êzdiyan de pêşbikevin
Gelek ji we şopînerên min yên hêja dizanin ku, min di Gulana 2024 de bi rêya înternetê ve pêwendî bi akademîkar, mamoste û lêkolîner rêzdar doç.Dr. Ahmet Aktaş re kir*1.
Em di pêwendiyên xwe de li ser bawerî, rêxistinbûn û jiyana Êzdiyên li Tirkiyê mane û yên derketine derveyî welat rawestiyan.
Piştre kekê doç.Dr. Ahmet Aktaş daxwazkir ku, ew were rewşa rêxistinbûn û jiyana Êzdiyên li Almaniya dijîn bi çavê xwe baştir bibîne, hevpeyvîna bi hinek akademîkar, mamoste û lêkolînerên Êzdiyan re çêbike.
Ew di Tebaxa 2025 de hate Oldenburg ê bû mêvanê me, min hinek kurtenasîn, xebat û armancên vê lêgera akademîkar, mamoste û lêkolîner rêzdar doç.Dr. Ahmet Aktaş di van lînkan de parvekirine *2.
Di pey van pêwendiyên min re, min bi dilxweşî di daxwiyaniya „Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Sêrtê “ a ku zimanê tirkî hatiye parvekirin*3 û wêneyên kekê doç.Dr. Ahmet Aktaş ji min re şandine*4 de dît ku, „komeke ji ciwanên Êzîdî û Misilman ên li Almanya yê, yên ku ji aliyê Konseya Êzîdiyan a Almanya û DÎTÎB (Yekîtiya Tirk-Îslamî ya Karûbarên Olî) ve hatine organîzekirin “ û dûre di wêneyên herdû biraziyên min( Emin, Telim tevî hevalên xwe Sermet û Rauf) ji min ra şandine *4 de dît, ew jî çûne li Sêrtê serdana fakulte û dersxana ku, mamoste kekê doç.Dr. Ahmet Aktaş lê kardike kirine.
Ez bi van pêşketinên peywendiyên ku, di navbera akademîkarên kurdên musilman, rêxistin û kesayetên Êzdiyan de pêkhatine gelekî dilxweş bûm!
Hêvîdar im ku, pirsgirêken di navbera hukumeta tirkiyê, Kurdên Musilman û Êzdiyan de di rêya pêwendiyên weha de veşartî nemînin û tev bêne çareserkirin !
Kemal Tolan- xemxwar, berhevkarê dîrok û zargotina-kevneşopên Êzdîtiyê 15.10.2025
*Çavkanî:
2 https://www.facebook.com/events/1272428074169831
https://www.youtube.com/live/iSQNuqweo2Y?si=uMxigqmhBnAXFyfs
https://www.facebook.com/events/1632257530674576
4 Wênen ku , doç.Dr. Ahmet Aktaş û biraziyê min Emin Tolan di rêya WathsApp de şandine