Eyn Îsa- Hêzên Tirkiyê termê 7 şervanan radestî HSDê kirin

.

Bi navbênkariya Rûsyayê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve termên kuştiyên bi hev guhartin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, bi navbênkariya hêzên Rûsî, hêzên Tirkiyê termê 7 şervanan radestî HSDê kirin ku di rojên borî de di êrîşeke çekdarên ser bi Tirkiyê de hatibûn kuştin.

Roja 24ê Adarê çekdarên ser bi Tirkiyê ve êrîşî ser gundê Dibis yê bi 4 kîlometroyan li bakurê Eyn Îsayê kiribûn, li gor zanyariyên Rewangehê jî, di êrîşê de 8 şervanên HSDê hatin kuştin û çekdaran karîn 7 termên şervanan ligel xwe bibin.

Li hember radestkirina wan 7 termên şervanan, HSDê rê da grûpên çekdaran termên çekdarên kuştî yên ku ji çend rojan ve li erdê mane rakin.

Rojên 18 – 20ê Adarê, grûpên ser bi Tirkiyê ve êrîşî ser gundên Eyn Îsayê kirin û di navbera wan û şervanên HSDê de şer û pevçûnên giran derketin.

Li gor Navenda Ragihandinê ya HSDê, di êrîşên çekdaran ên di rojên 18 – 20ê Adarê de 37 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin