Eyn Îsa | Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê êrîşên xwe zêde kirin

.

Li Eyn Îsa û derdora wê , Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê, êrîşên xwe zêde kirin.

Çavkaniyên xwecihî diyar dikin, şeva borî topxaneya Tirkiyê bi giranî derdora bajarokê Eyn Îsa li bakurê Reqayê topbaran kir.

Hat zanîn, topxaneya Tirkiyê gundê Cehbel û riya M4 bi şêweyekî rasterast kirine armanc.

Herwiha hêzên artêşa Tirkiyê sayloya gundê Makef li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa, gundê Mişêrefa û heta derdora bajarokê Eyn Îsa bi giranî topbaran kirin.

Eyn Îsa bajarekî biçûk e, lê gelekî stratejîk e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çekdaran, rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî tê qutkirin.

Bajarê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye,  66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e. Ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û komên çekdaran de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê, bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye