Ey Kurd, bi zimanê xwe bixwîne...

Ey Kurd, bi zimanê xwe bixwîne...

Zeynel Abidîn

Li Berlîn pirtûkxaneyeke bi navê Pirtûkxaneya Bibîranîn ya Amerîkî (Amerîkanische Gedenkbibliothek) heye û Kurd naçin û pirtûken xwe yên li wir ji bo wan hatine terxan kirin, naxwînin...

Konfûçyûs gotiye "Eger zimanê miletekî tune bikî, ew milet bixwe tune dibe." û vê rastiyê herkes dizane. Teqrîben berî her kes Mustefa Kemal dizanîbû û jiber vê yekê bi siyaseteke kirêt û gemarîn ev yek pêk anî û zimanê me ji binî re qedexe kir. Û dagirkeran ji bo tunekirina zimanê Kurd her rê û rêbazên pişavtin (asîmîlasyon) û verizandinê (dejenerasyon) bikar anîn, niha jî dihînein.

Baş e, Tevgera Kurd çi dike, ji bilî ku alîkariya vê pişavtin î verizandinê bike?

Pirsiyar ev e.

Li Berlîn Pirtûkxaneyeke mezin ya bi navê Pirtûkxaneya Bibîranînê ya Amerîkî (Amerika-Gedenkbibliothek) heye û nêzikî bi pêncî zimanên cûda pirtûk tê de hene; her wisa beşa pirtûkên Kurdî jî di nav pirtûkxaneya tirkî de ji bo xwendevanan dihêtin pêşkêşkirin. Erkdarê beşa tirkî hevalek min e û jiber ku ew bi Kurdî nizane, ji bo binasnamekirina (qeyîdkirina pirtûkan yek bi yek di sîstema pirtûkxaneyê de) alîkariya wê dikim û caran jî pirtûkên nû jê re dibim ku têxe nav pirtûkxaneya Kurdî û her wisa bila beşa me jî dewlemendttir bibe.

Gava diçim pirtûkxanê û ji xwe re pirtûkan digrim, beşa Kurdî bi tevayî vala ye, yanê qet kesek nabînim ku ji wan pirtûkan yek bigre û bixwîne. A niha bi sedan romanên Kurdî tê de hene. Ji pirtûkên kevneçap yên dema Sovyetê bigre heta weşanên li Berlîn, Weşanên Havîbûn, Evra, HAN, Kurdistan, Xoybûn, dîsa berhemên li Swêd yên wek weşanên Nûdem, Welat, Mediya, Roja Nû, Riya Teze, Deng û hin komalên Kurd bigre heta yên weşanxaneyên Stenbol û Amed, bo mînak weşanên Komal, DOZ, Avesta, Perî, Ronahî tê de hene. Hemî cûreyên ferhengên Kurdî, pirtûkên zimanzanî, pirtûkên li ser dîroka Kurdistan û Rojhilata Navîn bi dehan pirtûk hene. Dîsa bi sedan pirtûkên roman, helbest û bîranînê û kovarên siyasî, ramanî û felsefî jî (wek Bîrnebûn, Nûdem, Pelîn, Çira, Hawar, XWENAS) tê de hene.

Baş e, li Berlîn sed hezar Kurd dijîn û gelek pirtûkên di vê pirtûkxaneyê de di nav refên xwe de dimînin û disekinin.

Gelo çima?

Rojekê karmendê li wir dixebite tiştekî balkêş got ji min re: "Ma hûn dizanin, ev beşa Kurdî çend sal in ji aliyê rêvebiriya pirtûkxaneyê dê bihata girtin, jiber ku kes nayên û pirtûk nabin û naxwînin. Wan jî digot, madem ev beş naxebite û kes naxwîne, di dêlva wê de em jî beşa zimanekî din ya ku bihête xwendin vebikin. Lê min tekoşîn da û ew rawestandin."

Belê, tiştekî bi êş bû, jiber ku li Berlîn eger sê girseyên mezin ya ji miletên din hebin, yek jî Kurd e. Belkî Kurd yekemîn girseya Berlînê ye, lê werin binihêrin ku ev zimanê zengîn û xweşawaz bi sedan pirtûkên xwe yên giranbûha li pirtûkxaneyekê de li benda Kurdan in û ew jî naçin, yanê bi vekirî, bi zîletî, Kurd xiyanetiya pirtûkên xwe yên Kurdî dikin û jiber vê yekê jî ew maye ew beş bihête girtin.

Miletekî bifikirin, rojane caran sîh keç û kurên xwe didin dojeha şerî û dikin qurban (belê ew dibêjin şehîd, lê durûtî ye ev, jiber ku eger hûn ewan şehîd dibînin, layiqê wan bin û qe nebe ji bo xatireya wan mehê pirtûkeke Kurdî bixwînin) lê li bajarekî wek Berlîn, ku tê de bi deh hezaran Kurd dijîn, rojê sîh Kurd naçin vê pirtûkxanê û sîh pirtûken Kurdî ji nav refan dernaxînin û naxwînin.

Bi tenê ew ne, tiştekî din jî bala min kişand, ku di nav wan pirtûkên Kurdî de min yek roman yan jî bîranîneke ji şervanên Kurd nedîtin. Yek û du hep min bixwe peyda kiribûn û birin pirtûkxanê. Yên li ser jiyana gerîlayê çend roman jî ji derveyî "tevgera Kurd" çend weşanxane ew weşandibûn û me ew jî teslîmî pirtûkxaneyê kirin. Lê mabest ev e; tu hem dilsoziya li gel şervanên Kurd, dilsoziya li gel şehîdên Kurd dixwezî, bi sedan saziyên te yên weşan û ragîhandinê hene û tu sîh romanên Kurdî peyda nakî, heta binivîsîn jî bi tirkî dinivîsînî û diweşînî; dawiya dawî de ew şehîd mixabin (hemin giyanê wan şad be ew nemir in ji bo min jî) lê li gor vê trajediya jor ev leheng û pakrevanên nemir dibin qurbanî; jiber ku gava hûn sedemên nemirbûn a wan bê qîmet bikin, ew dê jixwe sax bûna jî, xwe wek qurbanî hîs kiribana.

Ey Kurdên Berlînê, bi zimanê xwe bixwînin. Ji bo vê jî pirtûkan bistînin yan jî biçin Amerika-Gedenkbibliothek û li wir pirtûkên Kurdî bixwînin...

 

Kurd, bi zimanê xwe bixwîne, yan jî nebêje ez Kurd im; rast e hemin tu dê Kurd bî, lê bawer bike ku ne Kurdek xêrê, bisûd û dilsoz... Wê çaxê jî nebûna te ji hebûn a te ewlatir dibe, ma ne?

 

Jiber ku eger hûn dixwezin miletê Kurd tune nebe, xwedî zimanê wî derkevin, jiber ku Konfûçyûs gotiye "Eger zimanê miletekî tune bibe, ew milet bixwe jî tune dibe."

 

Navnîşana Pirtûkxaneya Bibîranîn ya Amerîkî

Amerîkanische Gedenkbibliothek

Blücherpl. 1, 10961 Berlin

 

zeynelabidinhan@hotmail.com 

 

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")