Ewropa: Bila Tirkiyê 2 leşkerên Yewnanî berde

Parlamentoya Ewropayê (PE) pêşnûmeya ku bang li Tirkiyê dike wan herdu leşkerên Yewnanî berde, qebûl kir.

Di wê biryara Parlamentoya Ewropayê de bang li Tirkiyê hat kirin ku proseya darizandina herdu leşkeran bi lez bê bi dawîkirin û ew herdu leşker bên berdan.

Herwiha bang li Tirkiyê hat kirin ku di darizandina wan leşkeran de pabendî hiqûqa navdewletî be. Ew pêşnûmeya ku bang li Tirkiyê dike, li hemberî 7 dengan bi 607 dengan hat qebûlkirin.

Leşkerên Yewnanî yên bi navên Angelos Mitretodis û Dimitris Kouklazis ji aliyê Tirkiyê ve bi hinceta ku sînor derbaskirine hatibûn girtin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin