Evdirehmanê Gundikî pirtûka xwe da nasîn

Duh li kitêbxana Kurdî Evdirehmanê Gundikî pirtûka xwe ya ”Nameyek ji Şernexê” da nasîn.

Pirtûka Evdirehmanê Gundikî, piştî du sala, çapa duduya kir. Çapa yekem di adara 2016an de li Stenbolê, bi navê ”Nameyek Li Şernexê” ji aliyê çapxana Dozê ve hatibû çapkirin.

Nameyek ji Şernexê bîranîn, hest û bîrên Evdirehmanê Gundikî ne. Pirtûk ji aliyê weşanxaneya Apecê ve hatiye çapkirin, 530 rûpel e.

Di danasînê de di nav guhdaran de gelek nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar hebûn.

 

Evdriehmanê Gundikî di axaftina xwe de got pirtûk ji sê beşan pêk tê:

”Beşa yekê; zêdetir li ser rewşa civat, siyaset û çand û şêweyên jiyana herêmên Botana mezin e.

Beşa diduyê; li ser rewşa siyaseta evê serdema em li têra derbaz dibîn û rewşa bakur û başûrê Kurdistanê û xebata malbateka ji herêma Şernexê û keda rêvebirina di nêva du partiyên biran de, PDKê û PDKT(KUK)ê ya piştî çekdanîna Şoreşa Îlonê ya di sala 1975ê û di dema avabûna Qiyadeya Miweqet ya di bin seroktîya Mesûd Barzanî û şoreşa 26 Gulana sala 1976ê pêk tê.

Beşa sêyê; li ser serdema rewşa kurdan a bi giştî li rewşeke nebaş ya ji sala 1980ê û pê ve, derbaz dibe û bi guhartinên di cîhanê de û destketiyên miletê Kurd û Kurdistana Federal a başûrê Kurdistanê ye

 

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")