Ev Partî ”li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê ye”

“Referandûma ku 25ê îlonê de li Başûrê Kurdistanê pêk bê, ew wê wekî hewldanekê ku bi dewletokeka netewe daxwaza azadî û statûya kurdan bifetisîne dibîne.

Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 9ê îlona 2017ê de civîna xwe li Diyarbeekirê pêk anîye û beyannemaya encama civînê eşkere kirîye.

Li gorî malpera fermi ya partîyê di beyannemaya encama civînê de weha hatiye gotin: “Referandûma ku 25ê îlonê de li Başûrê Kurdistanê pêk bê, ew wê wekî hewldanekê ku bi dewletokeka netewe daxwaza azadî û statûya kurdan bifetisîne dibîne. Pirsgirêka kurd a bi sed salan e li Rojhilata Navîn berdewam dike, bi rêbaza netew dewletê çareser nabe ku dema wê boriye. Ev pirs li ser hîmê îradeya hevpar a gelan bi rêbazên çareseriya paradigmaya netewa demokratîk dikare were çareserkirin.”

DBP di 2008ê de bi nave Partîya Aştî û Demokratîk (BDP) hatîye damezirandin û di 2014ê de navê xwe guherand kirîye Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Di navbera 2011 heta 2014ê hevserokên wê Selahettin Demirtaş û Gulten Kişanak bûn. Piştre Kamuran Yuksel û Emîne Ayna bûn hevserokê Partîyê. Nuha hevserokên Partîye Mehmet Aslan û Sebahat Tuncel in.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin